Di van salên dawîyê de bêdadî û bê huquqiya ku li Turkiyeyê tê sepanadin, di qada perverdê de derfet nade ku însanên azad bigîhêjin.
Her çiqas dahtūya ziman, azadî û xwebûna Kurdan bin xeterîyêda be ji, birayê min ê hêja Necati Boz, çi bi nivîsên xwe, çi ji bi şêvaza jiyana xwe hêvî dide mirov.
Min berxwedan, serhildan, qêrîn, nalîn û serkeftin bi tev de bi hêviyekî mezin di helbestên te yên ku di "Rozaya Pîroz" de xéz kiribûn de dît.
Di pirtûkê de min xwe dit, zarokatiya xwe û ya her kurdeki ku zarokatiya wî li Kurdistanê tê wêrankirin û wêraniya giran a jiyana bi xwîna di çar parçe de û pêra êrîşên hovane û her cûre felaket!
Bi awayekî bêhiqûkî birayê min ê eziz Necati Boz, 6 sala ji azadîya xwe û ji malbata xwe dur hate hîştin. Hévêdar im ku carekî din rastê bêdadîyekî bi vî teşeyê neyê û bi berhemên xwe yê qedir bilin ve di xizmeta wêjeyê de be. Ji birayê xwe re serkeftinê bê dawî dixwazim û dibêjim " her bijî û her ü her şanaz bí".
Bu ürüne ait yorum bulunamadı